êarenûsî gelêk be barûdoxî rêzimanekey bestirawetewe. Hîç willatêkî gewre be bê xawen bûnî ziman nîye
|
Eger be nawî xuda û nîshtiman bikrê, hîç tawanêk be qed ewendey ke bîrûray gishtî lê xosh nebê xirap nîye - Tom Robbins
|
eger bimanewe Kotayi be keshey etniki bihenin debe kemtir hezi xon bo sher ko keynewe u ziyatir le ser kulturi ashti rawestin
|
eger bitewê rastî be xellik billêy, gallteçî be dena dekûjrêy
|
Eger cewanî emroyî karîgerane destellatî serero u mafîyay mermûz berperç bidnewe zor bash detuwanin îdî nebin be moteyeki berbillaw - Paolo Borsellino
|
eger detewê fêr bî, fêr bike
|
eger detewê xewnêkit le merr dabê hebê chekmeyek bîne ber chawî xot ke demûchawî miroyek pêshêl deka - bo hemîshe
|
eger di Fûtballê de zebr û zeng heye , le ber eweye êmroke le Italîya ewey hîsabî bo bikrê birdnewe ye
|
Eger ême demanewê shitekan bigorrên,bankekan debê dagîr bikrên u têlêvîzyon debê biteqêndirênewe.Hîç çareserîyekî dîkey shorrishgêrrane nalwê - Luciano Bianciardi
|
eger eto yarmetî kesêk bidey le tengande, dillnîya be ewey we bîr dêtewe katêk dîsan dekewête tenganne we
|
eger etû bawerît be xot hebê, bawerî li xelkî dîke da pêk dehênî
|
eger etû be hershtî u be her kesî bilêy bellê wek ewe waye nebî
|
eger ewan be roj be ser min daden, be shew dêne ser tosh
|
eger gewre bûm, demewê bibme kurrêkî çikolle
|
eger hemû shit le ber çaw bigîrê, hîç shitêk cuwan nîye
|
eger insanêk neyewê le pênaw bîrûrakanî xoy xoy bixate nêw hêndêk metirsîyewe, yan bîrûrakanî bash nîn yan ew bo xoy bash nîye
|
Eger karî qorrîsh dekey be dillgermîyewe bîke -Colette
|
eger kesêk qet dujminayetî ne kirdibê qet dostayetî pê nakrê
|
eger Komarxuwazan dest hellgirin le diro kirdin le merr Dêmokratan, êmesh dest helldegrîn le gutinî rastî le merr ewan
|
eger min ewem gutiba ke bîrî lê dekemewe ya degîram yan di shêtxaneyek da dest be ser dekram, laço, emin dillnîyam ewe bo hemû kes waye
|
eger miro jîr bê zehmete dillpak bê, her be hema shêwe zehmete miro dillsaf bê eger berzefirr û cê xuwaz bê
|
eger miroyek biyewê dina bicûllênê, debê le pêshda xoy bicûllêtewe
|
eger pakî û bashî bihesêtewe, hengîn we xeber dê tokme tire
|
eger pallêwrawîkî hellbijardinî seranserî qisey wa bika ke xellik we bîryan bêtewe be metirsîye
|
eger pêt dekrê le xellkî dîke aqilltir be, bellam pêyan mellê le wan aqilltirî
|
eger xelik bashtir le watay hêndêk wishey ke be kar dehênin têgeyshtibana, qamûsan di wîtrînî kitêbfiroshîyan da be shirîtêkî sûr depêçranewe û le seryan denûsta: teqemenî ye be weshyarî bîkenewe
|
Eger xuda jinî durust ne kird ba, gullîşî durust ne dekird - Victor Hugo
|
egerçî merig tirsênere, bellam zanînî ewey ke etû ta heta heta dejî be bê ewey qet bitwanî bimrî tenanet ziyatir tirsêner e
|
em dezanim dest le shê'r helnagîrê, belam bochî debê nazanim
|
em Jiyane nexoshxaneyeke ke têyda hemû nexoshêk deyewê textan bigorrê
|
êMe bochî ew kese dekûjîn ke kesêkî kushtûwe ? bo ewey be xellkî dîke billêyin kushtin helle ye
|
ême boye diro dekeyn bo ewey hebûnî xoman we xo keyn, u le hemû kes ziyatir le gell xoman diro dekeyn
|
Ême çiman nîye lêy bitirsêyn, tirs bo xoy nebê - Franklin Delano Roosevelt
|
ême de zimanêk da dejîn, ne wek le willatêk da
|
ême debê be rêgey hêminaneda be duway amancî hêminane da biçîn
|
ême debê wishyarî dahênanî nweê bîn be taybetî eger be pêy mentiq hellsûrrên
|
ême debê ziyatir bîr lewe bikeynewe ke karî bashtir bikeyn le wey ke bashtir bîn, ew demî di akam da bashtir debîn
|
ême detuwanîn le cigerkêshan fêrî tabusht bîn. Emin qet kesim nedîwe dijî cigerenekêshan protêst bika
|
ême dezanîn piyawêk detwanê be shew kitêbî Goethe yan Rilke bixwênêtewe u Gwê le Bach u Schubert bigrê u bo beyanî biçête ser karekey le Auschwitz
|
ême erkî dilxoshbênî xoman le hemû erkêkî dîke be kamtir dezanîn
|
ême ew shteyîn ke deyxoyn ( Ludwig Feuerbach)
|
ême eweyn degorrîn ewey ke heyn
|
ême eweyn ke be berdewamî deykeyn
|
ême gishtman reçellekêkî hawbeshman heye: Gishtman toremey allûgorr û pêshkewtinî gerdûn û estêranîn, û boye biraw xushkî heqîn
|
ême hemûman debê mil bo qanûnan rakêshîn, bellam parêzerêk pêwîste le wan tê biga
|
ême kar dekeyn bo ewey pishû bideyn
|
ême kemayesî u xewshekanî xoman be hasanî le bîr dekeyn, katêk tenê her xoman pêyan dezanîn
|
ême naruwanî le merr xoshî ziyatir behest bîn eger di hember êsh û jan da ziyatir be hest nebîn
|
ême sîrkman kirdûwe be shitêkî cîhanî bellam nanman ne kirdûwe (ne nasraw)
|
ême tenya ew pirsyaraneman gwê lê debê ke bitwanîn willamyan bideynewe
|
ême tenyê be pallpishtî bîrewerî dadehênîn
|
emin be kesêk dellêm miro, ke agay le zimanî xoy bê
|
emin be tewawî rêz le qanûn degrim ta ew cêyey ke î here kem deretan le nêw ême da biparêzê
|
emin berastî wa hest dekem wergêranêkî resenî deqêk pêwîstî be têgeyshtinî deqeke heye, û têgeyîshtinîsh pêwîstî be le dinya da jiyan û pêwe çaran be dinyay fîzîkî yewe heye u ewe tenê yarî kirdin be wishe nîye
|
emin beshêk lew hemû shitanem ke le rêgekem da dozîmtûwetewe
|
emin demewê ewet le gell bikem ke behar le gell dar gêlasan deyka
|
emin demewê tesdîqî mirdinî hemû însanêk bew zimane binûsrê ke tesdîqî le dayîk bûnî pê nûsrawe
|
emin em çape pêshkêshî neyaranim dekem ke zoryan xizmet kirdûwe be pîshey min
|
emin eminim be sherûmercû xom ra
|
emin ew gellaleyem le kemtir le pênc deqîqe da kêshawe, bellam shêst sallî xayand ta bitwanim bîkem
|
emin gisht jiyanim bo selmandinî qanûn bexit kirdûwe
|
emin hemû cure sûkayetî pê kirdin be însanêk le ber ewey ser be gel, ziman, dîn yan çînêkî komelayetî ciyawaze be karêkî dirindane dadenêm
|
emin hemû willatan wa çaw lê dekem ke hî xom bin, willatî xoshim be hî hemûwan çaw lê dekem
|
emin hîch le edebîyatî emro tênagem, le mêje nûseranî hawçerxî min yûnanîn
|
emin jiyanî xom be shêweyekî ewto rêkxistûwe detwanim be sedhezar shitewe ke qursayî le ser wîjdanim bika bimrim be bê ewey le hîç peshîman bim!
|
emin le dabêy reshbînî xoshbînim
|
emin lêbirrawane mafî ewe bo xom deparêzim le gel xom nakokîm hebê
|
emin lew bawere dam rojêk dê ême lêman biweshêtewe xoman le hukûmetan rizgar keyn
|
Emin nek ashtîxuwazim bellkû ashtîxuwazêkî mîlîtanim.Pêm xoshe le pênaw ashtî da sher bikem - Albert Einstein
|
emin partîye sîyasîyekan deperistim. Ewê tenya cêyekin mawnetewe ke xellik têyan da basî sîyaset naken
|
Emin pêm waye alqey winbûy nêwan ajellan u miroy be jiyarim dozîwetewe, ewîsh êmeyn (konard Lorenz)
|
emin pêm xoshe qeshe hawerî bikin, chi î hawcînsnebaz û chi î hawcinsbaz
|
emin serokî wanim, debê pêroyîyan lê bikem
|
emin shitan ew corey bîryan lêdekemewe neqashî dekem, nek ew corey deyan bînim
|
emro, ziyatir le hemîshe însanî be ferheng erkyan eweye guman biken, nek ewey shitan be girdbirrî wer bigrin
|
encam lê derxistinêkî be kelik eweye ke zimanan be pêçewaney rasteratî tuwanayî engêzey fêrbûnyan
|
erkî pisporrêk ewe nîye ke le xellî dîke rastir bê, bellkû eweye le ber hoy zor nasiktir helle bê
|
erkî Sizadan eweye sizakar bashtir ka
|
eshkence danî ajelan le layen zanayanewe pasaw nadrê, billa ewan taqîkirdnewey xoyan le ser rojnamenûs û siyasetmedaran biken
|
Êsta emin ewe berperç nademewe ke derman dekrê qazancî bo hêndêk mirovan hebê, bellam dellêm bo mirovayetî kujere - Jean Jacques Rousseau
|
eto le ber ewe sharêkit pê xosh nîye ke hewt yan heftaûhewt ecayîbî tê daye, bellkû le ber ewe pêt xoshe çunkû willamî pirsyarêkî taybetî to dedatewe
|
eto natuwanî ewey beserit dê kontrol bikey, bellam detuwanî ruwangey xot sebaret bewey be serit dî kontrol bikey
|
eto qet le hîç negeyiştûy le ber ewey piyawêkî mamnawincî. piyawêkî mamnawincî dêwêke, tawankarêkî be metirsîye, xwe parêze, regezperiste u satusewday koyleyan deka , piyawêke ke hiç firrî be ser siyasetewe nîye
|
Eto yay Smith î, kichî bankdarî fire mîlyonêr Smith, dena na ? .. na ? bibûre , bo chawtirûkandinêk min pêm wa bû ashiqit bûm - Groucho Marx
|
etû be duway min da nedegerray eger minit dozîbayewe
|
etû detuwanî be bê diraw, millk, hukûmet u bê ewey jinushûyût kirdibê zimanit hebê, bellam natuwanî be bê ziman diraw , millk, hukûmet u jiyanî jinûshûyî be dest bixey
|
etû her carêk dejî, eger bashî be kar bihênî, her carêk bese
|
etû natwanî bidey bêewey xoshewîstît boy hebê, bellam dekrê xoshewîstît boy hebê be bê ewey bidey
|
Ew allay xoy beriz deshekênêtewe, bo ewey naçar nebê bo xoy çawî lê ka - Stanislav Jerzy Lec
|
ew bêfikrîye serinc rakêsh e ke be pêy wî shêt û shûran pêyan waye hemû shit bash derwa
|
ew bîrewerîyaney ême le merr yektirman heye, tenanet eger ashiqîsh bîn wekû yek nîn
|
ew bo ewey tewaw bê tenê xewshêkî hebû
|
ew demey genctir bûm hemû shitim we bîr dehat, eger nesh qewmaba
|
ew demey ke îdî miro sermay nîye , birsî nîye yan natirsê, narazî ye
|
ew ewîney min bo kitêban demka be gewcî here jîr le dinya da
|
ew fikraney be lay hawçerxanewe tenya xeyalî rûtin u bo wecî dabê rûn u be derewen, dahênanî zimanêkî hawbesh le nêwan gelanî ciyawazîsh we ber degrê
|
ew gazindey kon ke kultûrî be komell bo kesî yazdesallan gellalle kirawe hellbet efsaneyekî cêy sherme. Temenî kilîlî lebarî nerîtîyewe ziyatir charde sallî bûwe
|
ew îlhame nwêye- be bê wî wergêrran tenê hellgêrraneweye bo ser zimanêkî dîke
|
ew katey le xoshîyan xot helldawêy agadar be kes xollî ber pêt namallê
|
ew kesey bextî ewey nîye lewe ziyatir be dest bihênê ke be destî hênawe bi bextewerî ewe kese nîye ke hîçî niye le destî bida
|
ew kesey hich zimanî bêgane nazanê hîç shitêk le ser zimanî zigmakî xoy nazanê
|
ew kesey ke dezanê çon pêbikenê axay dinya ye
|
ew kesey ke tenanet bo deqîqeyekîsh destellat be destewe degrê tawanêk her deka
|
ew mirovey xercî rabuwardinî herî herzan bê dewllemendtirîn mirov e
|
ew neteweyey xakî xoy têk deda xoy têk deda
|
ew pêwajoyey ke le amîbewe geyshte însan wa derkewit be ashkirayî bo feylesûfan pêshkewtin bê.egerçî nazandirê gelo amîb le gel eweye yan na
|
ew pirsaney ke willamî xoyan nadenewe katêk dadehêndirên qet willam nadirênewe
|
ew piyawey kitêbî bash naxwênêtewe hîç awansêkî be ser ew piyawe da niye ke natuwanê biyanxwênêtewe
|
ew piyawey xeyalî tîj nebê destubahoy niye
|
Ew rojaney ke le jiyanî miroyek da le bîr nakrên herî zor degene pênc yan shesh roj - ewanî dîke tênê jimaran pêk dênin - Ennio Flaiano
|
ew satîrey çawedêrî lêy tê dega heq waye sansor bikrê
|
ew serkewtinaney ke êwe tenê be hellhatin be destyan dehênin, serkewtine be ser jinan da
|
ew shitaney ke ême zor chakyan dazanîn ew shitanen ke fêrman nekrawin
|
ew tawananey be mashênan dekrên pêyan delên tesaduf û lêkdan
|
ew wishaney le rastî da le zimanêk da debne baw, zimaneke bêkelik deken
|
ewan detuwanin hemû gullekan birrinnewe, bellam qet natuwanin pêshî behar bigrin
|
ewane prênsîpekanî minin,Eger pêt bash nîn îdîkeshim hen
|
ewaney be roj xewin debînin le zor shitan agadarin, ke ewaney her be shew xewin debînin pêyan nazanin
|
êwe le bîr xotan debenewe ke mîwey zewî î hemwane, bellam zewî bo xoy î kes nîye
|
ewe bash miro we duway twanay xoy bikewe, ta ew cêyey ber be jorî deba
|
ewe dijware bibîndirê kê dillxwazane be shepolewe deçê
|
êwe ewe wernagêrrin ke nûser nûsîwî ye, belkû ewe werdegêrrin ke mebestî bûwe bîllê, Ca boye kompîyûtiran qet pêyan nakrê werbigêrrin
|
êwe le shitêk tê nagen meger ewey bitwanin bo nenkitanî shî kenewe
|
ewe mucîzeye ke duway perwerdey fermî bepirsyarî her demênê
|
ewey be negurawî mawetewe bo hemîshe gutrawe
|
ewey bo shaney mêshhengwîn bash nebê bo mêshhengwînîsh bash niye
|
ewey eto be dundî dezanî tenê hengawêke ber be jûr
|
ewey ew dinyaye zor naxosh deka ew hewlle be hellpey êmeye bo ewey shad bîn her be hellpeyekî awash pêsh bewe degrîn xellkî dîke shad bin
|
ewey hemîshe dewlletî kirdûwe be cehenemê ser zewî be wirdî hewlî miro bûwe bo ewey bîka be beheshtêk
|
ewey ke be dest hênanî zehmet bê heta billêy be nirxe
|
ewey ke hêndêk le bankdaran xoyan le girtûxane da debînnewe le ber etk û saxtekarî niye, ewey qêzewene ew rastî yeye ke gisht bankdarekanî dîke azadin
|
Ewey ke însanan dekate bûnewerî komellayetî netuwanînyan bo derbirdinî tenyayî ye - Arthur Schopenhauer
|
ewey ke sizay xirape nada, ferman deda siza bidrê
|
ewey min demewê eweye ke hemû shit bazneyî bê u bigerrê bellam wa niye, wate ne sereta u ne kotayî wekû xoy waye, bellam le ciyatîyan debê bîrî hawrêkî gishtî hebê, wate hawrêkî le jiyan da
|
ewîn qet be fîrro naçê
|
exlaqî ême hellekanî xerîzî ême rast dekatewew ewînîsh helle exlaqîyekanman
|
ezmûn : shaneyeke jiyan det datê duway ewey qijit le dest da
|
ezmûn billêseyeke be bê ewey bisûtênê natuwanê rûnak dagêrrê
|
Ezmûn billîtêkî ya nesîbe miro duway derkewtinî netîce deykirrê ( Gabriela Mistral)
|
ezmûn shitêkî be nirxeye ke tuwanayî ewet dedatê be helleyek bizanî katêk ke dûpatey dekeyewe
|